DYAyê sêyemîn keştiya balafirên Amerîkî şand Rojhilata Navîn

DYAyê sêyemîn keştiya balafirên Amerîkî şand Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Artêşa Amerîkî ragihand ku keştiya balafiran a USS George H.W. Bush gihîştiye Rojhilata Navîn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) diyar kir ku keştî di 23ê Nîsanê de li Okyanûsa Hindî bû û wekî beşek ji herêma berpirsiyariya xwe li herêmê bicîh bûye.

Wêneyên parvekirî nîşan didin ku li ser dekê keştiyê gelek balafirên şer hene.

Bi vê pêşveçûnê re, hejmara keştiyên balafiran ên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn hatine bicîhkirin gihîştiye sêyan. Berê hatibû ragihandin ku USS Gerald R. Ford û USS Abraham Lincoln berê li herêmê bûn û bi awayekî çalak beşdarî operasyonan dibûn.