PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymana Nesir li Iraqê Heyder Ebadî ji RTya Rûsî re axivî û got, ew ji serweriya çalak a Îranê li welatê xwe nerehet e.
Ebadî got, “Bandora Îranê li Iraqê ewqas zêde ye ku hikûmetê ew diyar dikin, hibijartinên meşrû ew çêdikin. Ev ji bo min cihê xemê ye.”
Ebadî herwiha diyar kir, “Hin welatan serweriya xwe li ser Iraqê ferz kirine. Ez bandorlêkirina saziyên wan dewletan û bandorê li avakirina hikûmetê dikin red dikim. Çi Amerîka be, çi Îran û çi jî Siûdî be.”
Ebadî herwiha li Iraqê hebûna komên çekdar û Heşda Şeibî jî rexne kir û got, ew dê li vî welatî bibin gef, lewra jî em naxwazin komên çekdar welat kontrol bikin û berjewendiyên siyasî dernekevin pêşiya berjewendiyên gel.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ebadî dema serokwezîrtiya xwe, hêzên Heşda Şeibî xistibû bin sîwana hêzên çekdarên Iraqê û meaş bi wan girê dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin