Ebas Arakçî: Bersiva nameya Trump amade dibe

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî, derbarê nameya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney re şandiye de, daxuyanî dan.
Arakçî piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di civîna çapemeniyê de ragihand, ew niha bersiva nameya Donald Trump a ji Xamaney re hatibû şandin amade dikin ku wî hîn nexwendiye.
Wezîrê Îranê diyar kir ku ew dê nameyê di demeke nêzîk de bi kanala guncaw bişînin.
Arakçî li ser peymana aştîyê ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî got ku pir girîng e ji bo aramî û hevkarîya aborî li herêmê.
Hêjayî gotinê ye, Trump di nameya xwe de ji Îranê daxwaz kiribû, bernameya nukleerî betal bikin û dest bi danûstandinan bikin.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




