Ebdulmehdî cezakirina hin Iraqiyan ji aliyê Amerîkayê ve sermezar kir

Ebdulmehdî cezakirina hin Iraqiyan ji aliyê Amerîkayê ve sermezar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê yê ji kar hatiye vekişandin Adil Ebdulmehdî ji biryara Amerîka ya cezakirina serkirdeyên Heşda Şeibî re nerazîbûn nîşan da.

Ebdulmehdî derbarê dorpêçên Amerîkayê yên ser 4 hemwelatiyên Iraqê de daxuyanî da û got ku ew kesên Amerîkayê siza dane wan, rola wan di têkoşîna dijî DAIŞê de hebûye.

Adil Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê ragihand, sizayên Amerîkayê yên ser hinek ji kesayetên Iraqê şermezar kir û got ku ew kesên Amerîkayê siza xistine ser wan, roleke wan a baş di têkoşîn û rûbirûbûna DAIŞê de hebû.

Ebdulmehdî herwiha da zanîn, ew li dijî wê yekê ne ku ji alîyê xelkê û ragihandinê ve sivikî bi serokên welatan bê kirin.

Adil Ebdulmehdî, ev daxuyaniya xwe piştî ku Amerîkayê navên çend serkirdeyên Heşda Şeibî xist nav lîsteya dorpêçan belav kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin