PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Elî Hekîm ragihand ku ew dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê bicih nayînin.
Elî Hekîm ji rojnamevanan re diyar kir ku dorpêçên ser îranê yekalî ne û ne biryareke sizadana navnetewî ye ji bo Îranê.
Hekîm herwiha li ser serdana nişkave ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê jî da xuyakirin, Trump xwestiye bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re li baregeha Aynul Esed hevdîtineke 10 deqeyan pêk bîne, lê Ebdulmehdî ew qebûl nekiriye û got, beriya serdanê rayedarên Iraqî hatine agahdarkirin.
El Hekîm diyar kir ku dê di nav mehekê de ji bilî serdana serokekî welatekî girîng, dê wezîrên derve yên Amerîka, Fransa û Îranê jî serdana Iraqê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin