Ehmed Mesûd sertê lihevkirina bi Talîban re eskere kir...

Ehmed Mesûd sertê lihevkirina bi Talîban re eskere kir...

PeyamaKurd - Fermandarê hêzên eyaleta Pencşir a Afganistanê Ehmed Mesûd ku li dijî Talîbanê biryara berxwedanê dabû got, heger tevgera Talîban hikumeteke giştî li Afganistanê ava bike ew ê siyasetê berde.

Ehmedh Mesûd, ji kovara “Foreign Policy” re gotiye: “Heger Talîbanê desthilat di navbera hemû aliyan de dabeş kir û edalet û wekhevî û azadî di navbera hemû aliyan de pêk anî, wê demê ez ê paş de vekişim û dev ji siyasetê berdim.”

Ehmed Mesûd diyar kiriye, lihevkirina bi Talîban re tenê bi rêya avakirina hikumeteke giştgir û nenavendî li Afganistanê pêkane û got ew ti bijardeyên din qebûl nakin, ger ne wisa be jî ew ê berxwedana li dijî Talîbanê dewam bikin.

Ehmed Mesûd herqiha daye xuyakirin, ew ti piştgiriyê ji derve nastînin, lê belê gelek dewletên herêmî piştgiriyê didin Talîbanê.

Piştî ku Ehmed Mesûd li Pencşîrê biryara berxwedanê da, newala Pencşirê ji aliyê Talîbanê ve hatiye dorpêçkirin û Talîbanê jî diyar kiriye ku ew dixwazin bê xwîn rijandin herêmê radestî wan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin