PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Nuceba ya Iraqî Ekrem el-Keabî, di daxuyaniyekê de bi tundî li dijî vegera mihtemel a hêzên NATOyê bo Iraqê derket.
Keabî diyar kir ku hebûna NATOyê li welat "nayê qebûlkirin" û destnîşan kir ku di navbera NATO û "dagirkeriya Amerîkayê" de tu ferq tune ye.
Keabî îdîa kir ku hêzên NATOyê bi rêya Tirkiye û Urdinê hewl didin vegerin Iraqê û da zanîn ku armanca wan a sereke derxistina hemû hêzên biyanî ji welat e.
Tevgera Nuceba ku wekî alîgirê Îranê tê naskirin, NATOyê wekî parçeyek ji polîtîkayên Rojavayî û Amerîkayê dibîne.