PeyamaKurd – Piştî ketina rejîma Esed û hatina rêveberiya nû ya demkî li Sûriyeyê, nîqaşên guhertinên li Rojhilata Navîn bi giştî berdewam dikin.
Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Guhertina li Sûriyeyê guhertina hevsengiya herêmê ye" bela kir ku tê de dipirsi, "rola ku Sûriyeyê dê di guhertina herêmê de bilîze çi ye?". Rojname balê dikişîne ser rêveberiya Ehmed Şera ku daxuyaniyên nerm dide û dibêje, "Gelo wê Şera sozên xwe yên bo beşdarîkirina hemû pêkhateyan û Sûriyeyîbûnê bîne cih?
Rojnameyê diyar kiriye, Sûriye ji "eniya berxwedanê" ya ku projeya Îranê bû derketiye û hevsengiyeke nû li herêmê çêbûye û pirs dike, "Gelo Ehmed El Şerî dikare kar bike ji bo ku Sûriyeya xwedî roleke cuda li herêmê?”
Li gorî rojnameyê rayedarên sûriyeyî yên nû peyamên erênî û nerm didin dewletên ereb, lê divê Sûriye dewleteke ereb be ne ku erebwariyê îdia dike û bazirganiyê li ser Filistînê dike yan jî xwedî kûrahiyeke îranî ye.
Li ser lîderê Sûriyê yê nû hatiye gotin, "Teqez El Şerî hewl dide li gorî guheritna mezin çêbûye, tevbigere. Lê dîsa jî baldarî pêwîst e. Çavê gelekan li destûra nû, kongreya nîştimanî ye bê wê kî beşdar bike. Bêguman derengxistina lidarxistina kongreyê, kêrhatî bû. Ev tê wateyê ku desthilata nû li Sûriyeyê êdî di wê baweriyê de ye ku divê pêkhateyên Sûriyeyê hemû tevlî vê kongreyê bibin. Gelo El Şerî dê sozên xwe bîne cih nemaze ku dibêje ew beriya her tiştî sûriyeyî ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin