El Erebiye: Bi 2 kestiyên ser leskerên tirk daketin Trablûsê

El Erebiye: Bi 2 kestiyên ser leskerên tirk daketin Trablûsê

PeyamaKurd - Televîzyona el-Erebiyê ragihand ku îro beyaniyê hejmarek leşkerên Tirk ji 2 keştiyên şer ên Tirkiyê li beravê Terablusê peya bûne.

Herwiha keştiyeke barkirina tank û erebeyên leşkerî jî hebûye.

Beriya niha jî çekdarên opozîsyona Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bo Libyayê daku piştgiriya hikûmeta Wîfaq bikin hatibûn şandin ku ev cara yekem e Tirkiye bi eşkere leşkerên xwe jî dişîne Libyayê ku di Parlamena Tirkiyê de şandina hêzê hatibû qebûlkirin.

Di konferansa Berlînê ya bi mijara Libyayê de biryar hatibû dayîn ku hêzên ji derve mudaxeleyî nakokiyên navxweyî yên Libyayê bi awayê leşkerî nekin, lê Tirkiye digel vê biryarê jî di şandina hêzan de berdewam e.

Li gorî çavkaniyên El Erebiye alav û cebilxane bo baregeha Miêtîqa ya li navenda Terablusa paytext hatin şandin.

Di heman çarçoveyê de, hikumeta Wîfaqê 800 milyon dolar ji budceya dewleta Lîbî ya 2020an ji “wezareta parastin û lêçûnên şer li Terablusê” re terxan kiriye ku ewe budçe ji mûçeyên çekdaran û anîna çek û cebilxaneyên Tirkiyê re diçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin