PeyamaKurd – Hêzên Rûsî yên li welatê Afrîka Malîyê ku li şûna hêzên Fransî bicih bûne rastî êrîşa komeke bi ser El Qaîdeyê ve hatin û leşkerekî Rûsî yê kirêgirtî yê Koma Wagner hat dîlgirtin.
Rêxistina Nusret el Îslam vel Muslimîn a bi ser Qaîdeyê de ragihandiye ku wan li herêma Segou ya welatê Malîyê leşkerekî Wagner ê Rûsî bi saxî dîl girtiye.
Hatiye diyarkirin ku ew leşkerê Rûsî di hefteya yekem a Nîsanê de hatiye girtin.
Di daxuyaniya El Qaîdeyê de hatiye gotin, hêzên rûsî û artêşa Malîyê ku daxistineke leşkerî ya hevbeş pêk anîne ji herêmê hatine dûrxistin.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna hêzên Fransayê ji Malîyê hêzên Rûsî yên kirêkirî Wagner li wî welatî li dijî komên tundrew ên îslamî operasyonan encam dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin