Elî Xamaney li Tehranê pêswazî li Erdogan kir

Elî Xamaney li Tehranê pêswazî li Erdogan kir

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo beşdarî lûtkeya formata Astana ya derbarê Sûriyê de li Tehranê ye, ji aliyê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî ragihandina nivîsgeha Xamaney, di civîna ku serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî beşdarî kir de, Xamaney û Erdogan bi qasî 40 xulekan hevdîtin kirin.

Erdogan doh êvarê gihîştibû Tehranê û tê çaverêkirin, ligel Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, Îbrahîm di formata Astana de lûtkeya Sûriyê li dar bixin.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye dixwaze ji bo plana bicihkirina koçberan li nav Sûriyê û operasyoneke nû bi ser Rojavayê Kurdistanê de, Îran û Rûsyayê razî bike ku herdu welat jî heta niha li dijî wê derdikevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin