PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê bi helkefta 80êmîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî serokatî, kadro û cemawerê vê partiyê kir.
Serokwezîr di peyama xwe de amaje da dîroka siyasî û xebata neteweyî ya PDKê ya ligel hêzên din ên siyasî yên Iraqê û rola partiyê di jiyana siyasî de bilind nirxand.
Di berdewamiya peyamê de, Serokwezîrê Iraqê tekez li ser girîngiya berdewambûna karê hevbeş kir ji bo çespandina pênasa hevkariyê di welat de û bihêzkirina aramiyê.
Wî destnîşan kir ku hevkariya aliyan ji bo parastina serwerî û yekparçeyiya Iraqê û avakirina paşerojeke geş ku hemû daxwazên pêkhateyan bîne cih pêdiviyeke bingehîn e.