Elon Musk îdia kir ku Zelenskî rojnamegerekî Amerîkî kustiye

Elon Musk îdia kir ku Zelenskî rojnamegerekî Amerîkî kustiye

PeyamaKurd – Elon Muskê xwediyê platforma Xê, li ser mirina rojnamegerê Amerîkî Gonzalo Lira, îdia kir û “Zelenskî rojnamegerê Amerîkî kuşt.” 

Musk, berê jî Zelenskî ji ber qedexekirina azadiya çapemeniyê û betalkirina hilbijartinan rexne kiribû, û îdia kiribû ku ew vîna gelê Ûkraynayê temsîl nake. Herwiha, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, Volodîmîr Zelenskî wekî “dîktatorê ku hilbijartinan napejirîne” bi nav kir û şerê Ûkraynayê xist stûyê wî de, û gotibû ku “Zelenskî tiştek ji bo rawestandina şer nekiriye.”

Rojnameger Gonzalo Lirayê ku hem welatiyê Amerîkayê û hem jî yê Şiliyê bû li bajarê Harkovê yê Ûkraynayê dijiya, di Çileya 2024an de li girtîgehê canê xwe ji dest dabû.

Lira, di Gulana 2023yan de ji ber “piştgiriya Rûsyayê” û rexneyên li dijî hukûmeta Ûkraynayê hatibû girtin. Bavê wî îdia kiribû ku rêveberiya girtîgehê nexweşiya wî ya pişikê, ku di Cotmeha 2023an de dest pê kiribû, ji malbat û parêzerên wî veşartibû. 

Wezareta Derve ya Amerîkayê mirina wî piştrast kiribû, lê hûrgiliyin zêdetir belav nekiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin