Endamê ÎYÎ Partiyê Taylan Yildiz, îstifa kir

Endamê ÎYÎ Partiyê Taylan Yildiz, îstifa kir

PeyamaKurd- Damezirînerê ÎYÎ Partiyê û Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê ÎYÎ Partiyê Taylan Yildiz ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kir.

Taylan Yildizê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenek bi nîşeyekê parve kir diyar kir ku wî ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiriye.

Yildiz di nîşeya ku wî parve kir de got ku

“Ez ji endamtiya ÎYÎ Partiyê ku damezirînerê wê me îstifa dikim. Hefteyek derbas bû. Min bi vê vîdyoyê bersiv da hemû pirsên we û parve kir ku em ê paşê çi bikin. Sedem ne takekesî ye, pergalî ye… Ez dixwazim hûn bizanibin ku tu carî pirsgirêka min bi mirovan re çênebûye.

Mijareke min a din jî heye: Ankara guh nade ciwanan... Werin em bi hev re bin, ji bo paşerojeke nû ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em berdewam bin, li ber xwe bidin û têbikoşin. Û bila em hêviyên xwe qut nekin, em nû dest pê dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin