PeyamaKurd – Dadgeha Navdewletî ya Cezayê (ICC) ragihand ku Ermenistanê ji 1ê Sibata 2024an pê ve dibe endam.
Ermenistan bi endambûna Dadgeha Navdewletî ya Cezayê hewl dide ku Azerbaycanê bi paqijiya etnîkî ya li Qerebaxa Çiyayê bide tawanbarkirin.
Ermenistanê ragihandiye ku wan bi fermî serlêdana xwe kiriye û Dadgeha Navdewletî ya Cezayê jî ji bo 1ê Sibata 2024an endamtiya wan pesend kiriye.
Ermenistan wê bibe 124emîn welatê endamê Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya Statûya Romayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin