ENKS: Mafê Kurdan li Sûriyê heye ku herêmên xwe birêve bibin

ENKS: Mafê Kurdan li Sûriyê heye ku herêmên xwe birêve bibin

PeyamaKurd - Berdevkê Encumena Neteweyî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif diyar kir ku krîza Sûriyê bêyî naskirina mafên Kurdan çareser nabe û got, "Gelê Kurd mafê xwe heye ku herêmên xwe di bin sîstemeke nenavendî de di nav Sûriyeyeke yekgirtî de birêve bibe."

Feysel Yûsif nirxandina xwe ya derbarê hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re û pêşketinên dawî yên li Sûriyê de ji Rudawê re da.

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Şanda Serokatiyê ya ENKS re civiya. Yûsif diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di asta herêmî û navneteweyî de roleke girîng dilîze û Serok Nêçîrvan Barzanî her tim piştgiriya doza Kurdî kiriye.

"Kurd ne pirsgirêk in, ew hêmanek bingehîn in"

Yûsif diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemî pêkhateyên li Sûriyê, wek Ereb û Xiristiyanan, rêzek taybetî digire û got, "Birêz Barzanî dixwaze ku Kurd ne wekî 'pirsgirêkek' li Sûriyê, lê wekî beşek bingehîn a ji nû ve avakirina welêt werin dîtin."

"Helwesteke hevbeş a Kurdan"

Feysel Yûsif behsa yekîtîya di navbera partîyên Kurd ên li Rojava de kir û destnîşan kir ku hewlên ji bo "helwesteke hevbeş a Kurdan" berdewam in.

Yûsif diyar kir ku di navbera Serok Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD), Mazlûm Ebdî, de danûstandineke berdewam heye.

Berdevkê ENKSê behsa danûstandinên berdewam ên bi Şamê re kir û got, "Wekî gelê Kurd, em dixwazin bi şandeyek yekane û helwesteke yekgirtî biçin Şamê. Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin garantîkirin. Birêz Nêçîrvan Barzanî jî piştgirî dide ku daxwazên Kurdan bi dengekî yekgirtî ji Şamê re werin şandin."

"Sûriye ne tenê ji bo Ereban e"

Feysel Yûsif daxwazên xwe yên di derbarê nav û sîstema rêvebirina nû ya Sûriyeyê de anîn ziman û tekez kir ku ew dixwazin pergaleke nenavendî ava bikin:

"Sûriye welatê hemû pêkhateyên xwe ye. Em dixwazin navê welêt di destûrê de ne tenê wekî 'Komara Ereb', lê wekî 'Komara Sûriyeyê' were nivîsandin.

Divê hemû nasname bên naskirin. Gelê Kurd mafê xwe heye ku herêmên xwe di bin çarçoveyek yekgirtî ya Sûrîyeyî de bi pergalek nenavendî birêve bibe."

Spas ji Weqfa Alîkariyê ya Barzanî re

Feysel Yûsif spasiya xwe ji Herêma Kurdistanê û Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) re anî ziman ji bo alîkariya wan di krîza mirovî ya piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed de.

Yûsif diyar kir ku ev alîkarî ji bo gelê Rojava pir biqîmet e û got ku wan çend meh berê projeyek ji bo avakirina "Konseya Bilind a Kurd" (Lêveger) pêşkêş kiriye û Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkeftina vê projeyê daye.