PeyamaKurd - Şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê John Bolton, yekem hevdîtina xwe ya Enqerê bi Berevdkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re pêk anî.
Hat ragihandin ku hevdîtina şanda Amerîkî û Îbrahîm Kalin ya li Koşka Serokomariya Tirkiye Beştepeyê, 2 saet û 10 xulekan dom kiriye û rewşa Sûriyê hatiye gotûbêjkirin.
Dê şanda Amerîkayê ya bi seroktiya John Bolton û Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Şerê DAIŞê û nûnerê Sûriyê James Jeffrey îro ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bicive.
Mijara hevdîtinên şanda Amerîkayê û Tirkiyê, kordîneya vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û gavên ji bo krîza Sûriyê bên avêtin e.
Herwiha pirsa hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku Amerîka wan wekî hevpeymanên xwe bi nav dike jî rojeveke girîng a hevdîtinên ligel Tirkiyê ye.
Derbarê pêşhatên hevdîtinan de hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin