PeyamaKurd - Li peravên Girava Miyako ya li başûrê Japonyayê erdhejek bi pileya 6.1 pileyî qewimî, û li Endonezyayê jî erdhejek bi pileya 6.2 pileyî çêbû.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), erdheja ku 136 kîlometre li bakurê rojhilatê Girava Miyako ya li Okinawayê ye, di kûrahiya 10 kîlometreyan de hatiye tomarkirin.
Heta niha tu qurbanî an zirar nehatiye ragihandin û hişyariya tsûnamiyê nehatiye dayîn.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 58 kîlometre li rojavayê herêma Tobelo ye. Daxuyaniyê destnîşan kir ku erdheja bi pileya 6.2 pileyî di kûrahiya 120.9 kîlometreyan de hatiye tomarkirin. Heta niha tu qurbanî an zerar nehatiye ragihandin û hişyariya tsûnamiyê nehatiye dayîn.