Erdogan Amerîka bi Cenga Cîhanî ya Sêyem tehdîd kir

Erdogan Amerîka bi Cenga Cîhanî ya Sêyem tehdîd kir

PeyamaKurd - Serokkonarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan der heqê biryara barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evîvê bo Qudsê de got: "Amerîkayê bi gava dawîn bû parçeyek ji pirsgirêkê ne çareseriyê, loma rola xwe ya di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bidawî aniye."

Erdogan li Brîtanyayê li saziya fikrî Chatham Houseê axaftinek kir.

Ji bo Biryara barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evîvê bu Qudsê Erdogan wiha gef li Amerîkayê xwar:

"Em xwe di rojên tarî yên beriya cenga duyem a cîhanî de hîs dikin."

Erdogan rexneya tund wiha domand:

"Em vê biryara Amerîkayê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û li dijî biryarên NYê ye careke din red dikin. Civaka navneteweyî divê hahanga peywira xwe bi cih bîne û ji bo bidawîkirina êrîşkariya Îsraîlê demildesy dest bavêje mijarê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin