PeyamaKurd - Serokê Tirkiyê Erdogan bi Serokomarê Îranê Pezeshkian re bi rêya telefonê axivî.
Pezeshkian diyar kir ku moşekên ku li qada hewayî ya Tirkiyê hatine îmhakirin ne yên Îranê ne û pêşniyar kir ku tîmek lêkolînê ya hevbeş ava bikin.
Pezeshkian diyar kir ku Îsraîl û DYA hewl didin di navbera Îran û welatên cîran de nakokiyê çêbikin û dezgehên medyayê yên girêdayî wan îdia dikin ku Îranê êrîşeke moşekî li ser Tirkiyeyê kiriye.
Erdogan diyar kir ku binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê, ji ber çi sedemek be jî, nayê qebûlkirin û hemû tedbîrên pêwîst wê di vî warî de berdewam bikin.
Hat hînbûn ku pêşniyarek ji bo avakirina tîmek lêkolînê ya hevbeş di navbera her du welatan de hatiye kirin da ku îdiayên ku Îranê êrîşeke moşekî li ser Tirkiyeyê kiriye ji holê rakin.