Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Aliyev re civiya

Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Aliyev re civiya

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Astanaya paytextê Kazakistanê ku ji bo Lûtkeya 10emîn a Teşkîlata Dewletên Tirk li wir bû bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.

Di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Azerbaycanê, pirsgirêkên herêmî û cîhanî û nakokiyên Îsraîl û Filistînê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de Erdogan diyar kir, xebatên Tirkiyeyê yên ji bo alîkariyên însanî wê zêdetir bidomin û ji bo ku Îsraîl li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere divê civaka navneteweyî peyamên xurt bide.

Li aliyê din di hevdîtinê de pêvajoya asayîkirina Tirkiye û Ermenîstanê û rewşa niha ya pêvajoya piştî aloziya navbera Azerbaycan û Ermenîstanê jî hat gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin