PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi rêya telefonê ligel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî. Hat zanîn ku Erdogan pêşniyaza Lûtkeya Rêberan car din bi bîra Pûtîn xistiye.
Di roja 62yemîn a şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de Tirkiye hewil dide xebatên navbeynkariya aliyan bi pêş ve bibe. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, duh bi Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy re axivîbû. Îro jî hat ragihandin ku Erdogan û Pûtîn bi hev re axivîne. Erdogan da zanîn ku ew amade ne piştgiriya navbeynkariyê bikin heta dixwazin ku rêberên herdu welatan jî bînin gel hev.
Di pêwendiya telefonê de Erdogan ji Pûtîn xwestiye ku rêya diçe aştiyê were vekirin, agirbest were bangkirin, korîdorên mirovî bên vekirin û ji bo ev şer bi temamî bi dawî bibe, çi hewce be were kirin. Erdogan da zanîn ku ji bo aramiyê çi ji destê Tirkiyeyê were, dê bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin