PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyona li dijî rojhilatê Çemê Firatê yê Sûrîyê axivî.
Tayyip Erdogan da zanîn ku ew ketine Efrîn, Cerablus û El Babê û niha jî dora rojhilatê Firatê ye: Erdogan got, "Me ew agahî da Rûsya û Amerîka jî. Ji aliyî ve li dijî me êrşên tacîzkar çêdibin, nabe ku em li hember van bêdeng bimînin."
Amerîka di têkoşîna rêxistina terorê DAIŞê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.
Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey hefteya borî dabû zanîn ku ew bi ti awayî naxwazin ku li dijî hevalbendên wan yên herêmî êrîş çêbin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin