Erdogan dibêje 'Em ji bo Kobanê, Serêkaniyê û Qamisloyê jî amadehiyê dikin"

Erdogan dibêje 'Em ji bo Kobanê, Serêkaniyê û Qamisloyê jî amadehiyê dikin"

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, li ser mudaxeleya Rojavayê Kurdistanê got: "Li Kobanê, Serêkaniyê û Hesekeyê jî ku nêzîkî sînorê Iraqê ne ji bo ji terorê bên paqijkirin amadehiyan dikin."  

Erdogan di civîna serokên bajaran ên partiya xwe de axivî û careke din behsa Şingal, Efrîn û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê kir.


 Li ser mijara Şingalê wiha axivî: "Sîncar alternatîfeke Qendîlê ye. Ji bona me Qendîl û Sîncar eynî ne. Ji ber vê jî heta ku Sîncar navê wan çi dibe bila bibe ji rêxistinên terorê bê paqijkirin wê ev dewam bike. Loma jî dibe ku em şevekê ji nişkê ve biçin wir jî."


Herwiha got ew dixwazin bi Iraqê re vî karî bikin: "Li ser axa Iraqê rêlibergirtina xebatên rêxistina terorê ji bona me û hikûmeta Bexdayê meseleyeke hevbeş e. Heger bixwazin em dikarin di vê mijarê de bi Iraqê re bixebitin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin