PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di çarçoveya Lûtkeya 77emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê tê rêvebirin de beşdarî televîzyona PBS a Amerîkî bû. Erdogan, di bernameyê de mijara siyaseta li ser Kurdan û pêwendiyên din ên siyasî gelek pirs bersivandin.
Recep Tayip Erdogan, di bernameya televîzyonê de pirsên pêşkêşvanê yên li ser gelek mijarên girîng, bi awayekî dorfireh bersivandin.
Erdogan li ser mijara NATOyê nirxandinên girîng kirin û got,
"Xala pêncemîn a NATOyê, xaleke taybet e ku armanca wê xalê, parastina hevbeş a endamên NATOyê ye û em li bendê ne ku li gorî vê xalê liv û tevger bên kirin lewra 40 sal in em li dijî terorê şer dikin."
Serokomar Erdogan, pirsa "Ne tenê li Swêd û Finlandiyayê, li Sûriye, Iraq û welatê we jî pirsgirêka Kurdan heye. Li gorî we, ev pirsgirêk çawa çareser dibe?” bersiveke dorfireh da û got,
“Beriya her tiştî, em vê yekê serast bikin; heger hûn mijarê wekî pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn ê xeletiyê bikin. Mijar, ne pirsa Kurd û Tirkan e. Mijar bi tevahî mijara kesên terorîst û kesên ne terorîst e. Niha Li bakurê Sûriyeyê Kurd û Ereb hene. Li aliyê me di nav van eşîran de Kurd hene, lê Ereb jî zêdetir in.
Di nav partiya min de hevalên min ên Kurd hene, parlamenterên me yên Kurd hene, di nav me de tu pirsgirêk tuneye. Niha li herêmên başûr û rojhilatê welêt, partiya me duyemîn e û bi giranî welatiyên Kurd li wir dijîn.”
“Em, cudahiyê nakin nav Tirk û Kurdan”
Serokomarê Tirkiyeyê bal kişand ser nêzîkahiya dewletê ya li herêmên Kurd lê dijîn û got,
“Wekî dewlet, me veberhênanên gelek cidî li wan herêman kirine. Em nabêjin li wê herêmê Kurd dijîn û em ê li wir razemeniyê nekin. Tirk jî û Kurd jî hemwelatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em tu carî di navbera wan de cudahiyê nakin û me tu carî nekiriye. Em niha jî xwedî wê helwestê ne. Nêzîkatiya me ya li hember hemû welatiyên me, yek e.”
Li ser pirsa “Gelo neyeta we heye ku hûn bi awayekî berdewam rê li ber Swêd û Finlandiyayê bigirin ku tevlî NATOyê bibin?”
Erdogan mijarê li ser daxwazên xwe yên ku wekî şert didan pêş herdu welatan vekir û got,
“Me gelek caran belge dane aliyê Swêdî ku terorîst li kolanên Stockholmê dimeşin, pankartên serkirdeyê terorîstan hildigirin û êrîşî Tirkên me yên saf ên li Swêdê dikin. Eger hûn bibêjin ‘Ma Finlandiya jî wisa ye?’ Naxêr ne wekî Swêdê ye. Di vê demê de ew aramtir in û rewş di bin kontrola wan de ye. Lê li Swêdê serdestiyeke wiha tuneye. Her tim bi hincetekê bersivê didin me. Dibêjin, ‘Ev li gorî destûra me dikeve çaroveya azadiyan’ Ez jî dibêjim, tu eleqeya terorê bi azadiyê re tuneye.
Di pênaseya azadiyê de cihê terorê tuneye. Ji ber vê yekê heger hûn têkoşîna xwe li dijî van terorîstan bidin meşandin, em ê her cure piştgiriyê bidin vê yekê. Bêguman biryara dawî, parlamentoya me dide.
Ez dixwazim li vê derê tiştekî din jî bînim zimên. Piştî ku me çend hevdîtin kirin, mixabin em dibînin ku hîn li kolanên Stockholmê meşên terorîstan berdewam in. Hilbijartin li wî welatî çêbû. Partiya ku nû bi ser ket, digot ku ew ê destûrê nedin wan. Hêvîdarim rê li ber wan terorîstan neyê dayîn û wê demê em ê jî hemû hêsankariyan ji bo Swêdê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin