Erdogan: Em ê biryara Amerîkayê ji bo Qendîl û Mexmûrê bikar bînin

Erdogan: Em ê biryara Amerîkayê ji bo Qendîl û Mexmûrê bikar bînin

Peyamakurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Fransayê dema xwarina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a bo 100 saliya dawîanîna Şerê Cîhanê yê Yekem de, daxuyanî dan.

Erdogan li ser hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Mijarên PYD, YPG, FETO, Sûriye û Halkbankê hatine rojevê.”

Erdogan li ser xelatdanîna bo rêveberên PKKê diyar kir ku Amerîkayê ji bo îdiaya cûdabûna PKK û YPGê meşrû bike lîstikeke wiha kiriye, lê di rastiya xwe de YPG Amerîkayê li derewê dixe û dibêjin, em ji PKKê ne cûda ne.

'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIXWAZE MEXMÛRÊ BELAV BIKE'

Erdogan herwiha got ku ew dê biryara Amerîkayê ji bo paqijkirina PKKê ji Qendîl û Mexmûrê bikar bînin.

Serokomarê tirk di berdewamê de wiha axivî: “Ne tenê Qendîl, meseleya Kampa Mexmûrê jî heye. Mexmûr hêlîna PKKê ye. Li wir 12-13 hezar kes heye. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji vê aciz bûye, êdî dixwaze wê derê belav bike. Lê heger bê belavkirin, dê çi bibe? Pêwîste em bi Iraq û rêveberiya Kurd re li ser hebûna PKKê xebatê bikin. Înşela em ê vê meselê çareser bikin. Em ê vê biryara bi îdia ya Amerîkayê jî li ser zemîneke wiha ya cûda bicih bikin.”

Erdogan li ser pirsên bo rewşa Idlibê jî daxuyakirin ku hewlên wan ên bo Rojhilatê Firatê berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin