Erdogan: Em ji pey armancên xwe yên bo Sûriye û Libyayê venagerin

Erdogan: Em ji pey armancên xwe yên bo Sûriye û Libyayê venagerin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî rêkeftina ligel hikûmeta Fayez Serac a Libyayê careke din xwedî li wê peymana ku rastî nerazîbûnên tund ên welatên Derya Spî û rojavayî tê parast û got ku ew li Libya û Sûriyê ji pey armancên xwe venagerin.

Erdogan di merasîma derxistina ser behrê ya noqava Pirireis de, li Golucukê derbarê rêkeftina ligel Libyayê de ya bi taybet li ser serweriya deryayî li Behra Spî daxuyanî da.

Erdogan got ku wan ew peymana bi Libyayê re piştî xebatên 10 salan bi nexşeyan amade kiriye û ew dê di piştgiriya ‘rêveberiya rewa’ ya Libyayê de berdewam bin.

Serokomarê Tirk herwiha got ku heger pêwîst bike ew dê piştgiriya leşkerî ya bo hikûmeta Serac a Libyayê zêdetir bikin û di dewamê de destnîşan kir, çi li Sûriyê çi li Libyayê be ew dê li pey armancên xwe bin û bi canê xwe jî biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin