PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di bernameyeke televîzyonê de rojeva siyasî nirxand. Erdogan li ser encamên hilbijartina Îsraîlê û biserketina Binyamîn Netanyahû jî axivî.
Erdogan, di nirxandinên xwe yên siyasî de bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û welatên din û li ser encamên hilbijartina Îsraîlê ku Netanyahu bi ser ketibû jî axivî û rewşa pêwendiyên navbera herdu welatan ên ku di pêvajoya başbûnê de wiha ragihand:
“Encama hilbijartinan çi dibe, bila bibe. Em dixwazin ku pêwendiyên xwe yên ligel Îsraîlê, li ser hîmê hesasiyên dualî, rêzdarî û berjewendiyên hevpar berdewam bikin. Di pêvajoya asayîbûnê de me ligel rayedarên Îsraîlê hevdîtin kir.
Em bi dan û stendinên dualî, pêvajoyê didin dewamkirin û em hêviya xwe ya ku di her warî de pêwendiyên xwe bi pêş ve bibin, diparêzin. Heta ku li hember nirxan rêzdarî hebe, bi dîplomasiya serkeftinê, ne tenê Tirkiye û Îsraîl, dê hemû herêm bi ser bikeve.”
Beriya ku Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû car din bibe desthilatdar, li ser mijarên pêwendiyên ligel Tirkiye û Îsraîlê, her wiha li ser mijara peymana navbera Lubnan û Îsraîlê ya deryayî, sekina rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê dihat mereqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin