PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, piştî avêtina moşekeke din a balîstîk ji aliyê Îranê ve ber bi axa Tirkiyeyê, daxuyaniyeke tund belav kir. Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye ji bo rêgirtina li belavbûna agirê şer hewl dide, lê hişyarî da ku divê tu kes "hesabên şaş" neke.
‘Gavên provokatîf têne avêtin’
Erdogan diyar kir ku tevî hemû hişyariyên samîmî, gavên ku dostaniya her du welatan dixe xetereyê û birînan di dilê gel de vedike, têne avêtin.
Erdogan got: "Ez bi bîr dixim ku divê di şaşiyê de îsrar neyê kirin. Em ê geşedanan bi NATO û hevpeymanên xwe re bi hevahengî bişopînin û ji bo ewlehiya xwe tedbîrên zêde bistînin."
Li Qibrisê 6 F-16 û pergalên parastinê hatin bicihkirin
Erdogan ragihand ku wan 6 balafirên şer ên F-16 û pergalên parastina hewayî li Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC) bi cih kirine. Herwiha bal kişand ser hevkariya bi Azerbaycanê re û got ku ew di her şertî de li gel "Can Azerbaycanê" ne.
Peyama ji bo Herêma Kurdistanê
Serokomarê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re û got: "Em daxuyaniyên birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku ew ê neyên lîstika ku 'birayan bi birayan bide kuştin'."
Erdogan herî dawî tekez kir ku ew ê destûrê nedin tu senaryoyên ku aramiya herêmê û "pêvajoya Tirkiyeya bê teror" xira bikin. Dawiyê jî Erdogan got, "şebekeya qetlîamê ya Siyonîst" dixwaze fitneyê bixe navbera gelên herêmê û divê her kes li hemberî vê yekê hişyar be.