PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 16ê Kanûnê li 16emîn Konferansa Balyozan a li Enqereyê hate sazkirin de, li ser bicihanîna Peymana 10ê Adarê hişyarî da HSDê.
Serokomarê Tirkiyeyê behsa peymana di navbera rêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û bêyî ku nav bide bi gotina "Nekeve lîstika Îsraîlê" hişyarî da HSDê.
Erdogan wiha axivî: "Wekî yekane hevpeymanê NATOyê yê ku sîng bi sîng bi belaya DAIŞê re şer kiriye, em her cure piştgiriyê didin hikûmeta Sûriyeyê. Em ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê ku eger lingan lê bixin rîska veguherîna krîzê heye, şîretên pêwîst dikin. Eşkere ye bê kî dê sûdê ji perçebûn, dabeşbûn û lawazbûna yekîtiya neteweyî ya Sûriyeyê wergire. Tenê bi xeyala dîrok û paşeroja hevpar mimkun e ku hemû beşên Sûriyeyê bi bawerî li siberoja xwe binêrin."