Erdogan, li ser rewsa F-16an axivî

Erdogan, li ser rewsa F-16an axivî

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, li ser rewşa dawî ya li ser pêwendiyên ligel Amerîkayê yên ji bo balafirên şer ên F-16an axivî û diyar kir ku ew êdî li benda bersiveke erênî û zelal in.

Recep Tayîp Erdogan, di axaftina xwe de li ser Senatorê Demokrat Bob Menendez ku yek ji kesên sereke yên li dijî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê ye û bi gendelî û bertîlê tê sûcdarkirin de hin nirxandin kirin û got ku "Derketina Menendez a ji navberê, awantajê dide me."

Erdogan di balafira ku ji seredana xwe ya Azerbaycanê vedigeriya de hem di derbarê herêmê û hem jî di derbarê siyaseta navxweyî û derve de ji rojnamevanan re daxuyaniyên girîng dan û bi berfirehî ev daxuyanî da:

“Yek ji pirsgirêkên me yên herî girîng ên di derbarê F-16an de çalakiyên Senatorî Amerîkî Bob Menendez ên li dijî welatê me bû. Ji ber vê yekê jî dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan vê rewşê êdî ji nêz ve bişopîne.

Ya rast çend roj beriya niha wezîrê me Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hevdîtinek kiribû. Ev axaftin hîn jî berdewam in. Lê niha ev rewş bibe fersend û careke din bi hev re hevdîtinê bikin, dê sûdmend be. Bi vî awayî dê derfeta me hebe ku em di derbarê F-16an de lez bikin. Ne tenê li ser F-16an, di hemû mijarên din de Menendez û yên bi hişmendiya wî li dijî me çalakiyên astengkirinê pêk tînin.

Ji bo me avantaj e ku Menendez ji navberê derket. Lê bele mijara F-16an, tenê ne mijareke ku bi Menendez ve girêdayî be. Mijarên ku divê werin rêvebirin, dê wezîrê me yên derve Hakan Fîdan bi rê ve bibe. Em di vê mijarê de êdî ji Amerîkayê li benda bersiveke zelal in. Em hêvî dikin ku encama ku em bi awayekî erênî li bende ne, zêde dirêj nebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin