PeyamaKurd – Piştî ku Serokên Almanya, Fransa û Rûsyayê li ser krîza Idlib a Sûriyê pêwendî kirin û Merkel û Macron banga lutkeyeke çarqolî kirin, herdu serokên Almanya û Fransayê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî axivîn.
Di pêwendiya telefonî de ku Serokwezîra Almanya Angel Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Erdogan axivîn, bi taybet mijara Idlibê hat gotûbêj kirin.
Herwiha Erdogan ji Merkel û Macron daxwaz kir, di mijara Idlibê de ji bo êrîşkariya rejîmê bê rawestandin piştgiriyeke xurt bidin û hat xwestin ji bo Libyayê jî bi hev re kar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin