Erdogan: Pistî çareseriya krîza Sûriyê emê vekisin

Erdogan: Pistî çareseriya krîza Sûriyê emê vekisin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji rojnameya Qeterê ‘The Peninsula’ re derbarê mijarên rojevê de axivî û got, ew dê di hemû platforman de di mijarên têkoşîna dijî terorê, demokrasî û dawîkirina şeran de bi NATO û Amerîkayê re bixebitin.

Erdogan di hevpeyvîna xwe de pêwendiyên Qeter-Tirkiyê, helwesta Tirkiyê li Libya, Rojhalatê Derya Spî, Sûriye û pêşhatên herêmî nirxandin.

Serokomarê Tirk li ser mijara Sûriyê gotiye, wan mazbûnî li 3,7 milyon penaberan kiriye û bi sedan welatiyên wan jî hatine kuştin.

Erdogan dibêje, wan bi operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê gefa terorê ji ser sînorên xwe dûr xistiye û herwiha îdia dike ku Tirkiye yekane welatê şerê DAIŞê rûbirû dike ye.

Herwiha Erdogan îdia dike ku li herêmên ketine bin kontrola wan aramî û îstiqrar hatiye û dibêje, piştî ku krîza Sûriyê çareser bibe ew dê ji wir vekişin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin