PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê sersaxiyê da qralê Erebistana Si’ûdiyê qral Selman Bîn Avdilezîz. Erdoğan bi sedema wefata birayê Selman, Bender Bîn Evdilezîz telefonî qral Selman kir.
Demeke dirêje ku di navbera Erebistanê û Tirkiyê de arîşe hene û piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı bêhtir nexweş bû, têkiliyên Tirkiyê û Erebistanê ketin asta rawestandinê.
Di telefonê de behsa têkiliyên dualî yên her dû dewletan, pêşdeçûnên herêmî û li ser mijarên din axifîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin