Serok Barzanî sersaxiyê da qralê Urdinê: “Em bi tundî terorê şermezar dikin”

Serok Barzanî sersaxiyê da qralê Urdinê: “Em bi tundî terorê şermezar dikin”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser êrîşa ser dêra li bajarê Kerek a Urdinê ya êrîşa terorî peyama sersaxiyê ji bo qralê Urdinê ji Abdullahê II. re şand.

Serok Barzanî di peyamê de êrîşa çekdarî ya terorî ya ser dêrê bi tundî şermezar kir. Barzanî di peyama xwe de ji bo xelkê Urdinê, ji bo qral Abdullah û malbatên ku kesên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û ji bo birîndaran şîfayê xwest.

Di 23 Cotmeha 2026an de, roja Înê grûbekî çekdarên terorîst li Başûrê Urdine li bajarê Kerekê êrîşî ser dêrekî kiribûn û di encamê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 34 kes jî birîndar bûbûn.