Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, ji ber wefata Mihemedemîn Xerxorî, sersaxî ji malbata wî re xwest û xwe hevparê xema wan zanî.

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Îlonê bo wexera dawiyê ya Endamê Mekteba Siyasî ya PDK - Bakurê Mihemedemîn Xerxorî, peyameke hevxemiyê belav kir.

Serok Barzanî got: “Bi mixabinî ve nûçeya wexera dawiyê ya kesatiyê têkoşer ê Bakur Endamê Mekteba Siyasî ya PDK - Bakurê Mihemedemîn Xerxorî gehişt min, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dizanim.”