PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson di pêwendiyeke telefonî de li ser Lîbyayê axivîn.
Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson, bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîne û di serî de Lîbya û Sûriye mijarên herêmî û têkiliyên du alî hatine nirxandin.
Derbarê hurgiliyên pêwendiya telefonî de zêdetir agahî nehatin belavkirin.
Herwiha li gorî zanyariyan Borîs Johnson, li ser rêkeftina Tirkiye-Libyayê fikarên xwe yên derbarê binpêkirina hiqûqa navnetewî de anîne ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin