Erdogan û Orban civiyan: 16 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin

Erdogan û Orban civiyan: 16 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin

PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, ku ji bo civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind hatibû Stenbolê, bi merasîmek fermî li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokkomariyê pêşwazî kir.

Erdogan û Orban li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokkomariyê civînên yek bi yek û şande bi şande li dar xistin. Piştî bernameyê, di navbera her du welatan de, bi amadebûna Erdogan û Orban, 16 peymanên hevkariyê di warên cûda de hatin îmzekirin.

Rêvebirê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran li ser medyaya civakî ragihand ku Erdogan û Orban di hevdîtina xwe de li ser mijarên dualî, û her weha pêşkeftinên herêmî û cîhanî nîqaş kirine.

Duran ragihand ku Erdogan li ser têkiliyên aborî û bazirganiyê şîrove kiriye û gotiye, "Em bi Birêz Orban re nêzîkî gihîştina armanca xwe ya hecma bazirganiyê ya 6 milyar dolarî ne. Ji ber potansiyela bazirganiyê ya xurt a di navbera me de, me li ser nûvekirina armanca xwe ya hecma bazirganiyê bo 10 milyar dolarî nîqaş kir."

Orban got ku wan li hev kirine ku Tirkiye wê herikîna berdewam a gaza Rûsyayê bo Macaristanê garantî bike.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin