PeyamaKurd – Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di pêwendiyeke telefonî de, li ser mijarên krîtîk ên li Libya, Sûriye û Derya Spî axivîn.
Li gorî ragihandina medya tirk, di pêwendiyê de Erdogan û Pûtîn, rewşa dawî ya li ser geşepêdanên li Libya, Sûriye û aloziya Derya Spî gotûbêj kirin û girîngiya berdewama dîyaloga leşkerî, siyasî û dîplomatîk a navbera aliyan anîn ziman.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji bilî wan mijarên krîtîk, li ser danûstandinên aborî û enerjiyê jî herdu lîder axivîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin