PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Ankara li Kulliya serokkomariyê bi serokê Somaliyê bi Hasan Şêx Mehmûd re civiya. Di civînê de li ser têkiliyên navbera Tirkiyê-Somaliyê û pirsgirêkên herêmê axifîn.
Her dû lîder her weha li ser hevkariyên aboriyê û pêşdebirina hevkariyên di seha ewlehiyê de axifîn. Civîn bo çapemeniyê vekirî nînbû û hem di civînê de wezîrê berevaniya Tirkiyê Yaşar Güler, serokê MİTê İbrahim Kalın û serokê daîra danûsitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun amade bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin