Erdogan û Trump axivîn: 'Li ser kordînasyona çalak li hev kirin'

Erdogan û Trump axivîn: 'Li ser kordînasyona çalak li hev kirin'

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê axivîn.

Çavkaniyên serokomariya Tirkiyê ragihandin ku di pêwendiya telefonî de, Erdogan û Trump li ser babetên dualî, ewlekarî û têkoşîna terorê axivî ne.

Heman çavkaniyan diyar kir ku di mijara Sûriyê de jî herdu aliyan li hev kiriye ku kordînasyoneke çalak pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye, ev pêwendiya Trump û Erdogan li demeke ku Tirkiye gefên operasyonê ji bo Rojhilatê Firatê û herêmên hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dixwe, pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin