PeyamaKurd - Serokommarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Sûriyê axivîn.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Serokkomariya Tirkiyê der heqê peywendiya Erdogan û Trump a ku îro li ser telefonê pêk hat de daxuyaniyek hat belavkirin.
Li gorî vê, di peywendiyê de girîngiya şopandina mijarên li zîrveya NATOyê hat îfadekirin û herwiha di warê geşedanên li Sûriyeyê de nêrînên herdu aliyan hatin parvekirin.
Erdogan bal kişand ser girîngiya hevdîtina ku li Helsinkiya paytextê Finlandiyayê di navbera Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn de dest pê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Lîderan bal kişand ser sepandina nexşerêya hevbeş a di mijara Minbicê de dê li Sûriyeyê ji hevkariya çareseriyê re bi kêr were.
Di peywendiyê de mijarên edlî yên di navbera Tirkiye-Amerîkayê de jî hatin gotêjkirin û herwiha Erdogan û Trump biryardariya xwe piştrast kirin ku hevkariya xwe ya dualî di hemû waran de pêşdatir bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin