Erdogan: Yasaya PKKê beriya betlaneya havînê tê derxistin

Erdogan: Yasaya PKKê beriya betlaneya havînê tê derxistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotiye, wê beriya betlaneya havînê ya Parlamentoyê yasaya çarçoveyê ya ji bo endamên PKKê yên çekan datînin were derxistin.

Erdogan ev daxuyanî hefteya borî di kampa AK Partiyê ya li Sapancayê de daye û li gorî nûçeya BBCyê, rasterast ferman daye ku yasa berî girtina meclîsê derkeve.

Di kampê de herwiha li ser sererastkirina yasayeke nû ya înfazê ku dê hemû girtiyan li xwe bigire lihevkirin çêbûye. Lê belê mijarên wekî "destûra nû", "hilbijartina pêşwext" û rewşa CHPê nehatine rojevê.

Di yasayê de çi heye?

Li gorî hûrgiliyên reşnivîsa yasayê ku ji parlamenteran re hatine pêşkêşkirin, di qonaxa ewil de derdora 5 hezar endamên rêxistinê yên ku tevlî sûc nebûne û çek danîne, dê ji vê qanûnê sûdê wergirin.

Di pêşkêşiyê de hatiye tekezkirin ku ev sererastkirin qet ne "efû" ye, lê hewl tê dayîn formulên ji bo kêmkirina cezayan û teşwîqkirina vegerê werin amadekirin; ji bo kesên ku sûcê terorê kirine jî li şûna rakirina cezayê, daxistina wî ya sînorê jêrîn tê nîqaşkirin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek jî hişyarî da ku ji bo rêxistinên din ên terorê nekevin nav vê çarçoveyê, divê pênaseya "rêxistina fesihbûyî" bi zelalî were xêzkirin.

Hat destnîşankirin ku daxuyaniya rêxistinan a bi tena serê xwe têrê nake û biryara dawî ya li ser fesihbûnê dê ji aliyê saziyên dewletê û Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve were dayîn daku rê li ber sûdwergirtina rêxistinên ji bilî PKKê were girtin.