Erîs birin ser mizgeftê: 25 kustî 40 birîndar

Erîs birin ser mizgeftê: 25 kustî 40 birîndar

PeyamaKurd - Li rojhilatê Efxanistanê di mizgeftekê de teqînek pêkhat, di encamê de 25 kes hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya emniyeta Efxanistanê, xwekujekî di nava mizgeftekê de xwe teqand, di encamê de 25 kes hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.

Di daxuyaniya emniyetê de hat destnîşankirin, ku du xwekuj derbasî mizgefta Xewace Hesen li bajarê Kirdîz bûn û yekî ji wan bombeya ser xwe teqand, li mizgeftê 60 kesan nimêj dikirin.

Ji aliyê xwe ajansa Reutersê tekez kir ku, kesên nimêj dikirin Şîe bûn, heta niha tu kesî berpirsayetiya xwe ji teqînê re  ne ragihandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin