PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Amerîka Donald Trump dixwaze hêzên esmanî û deryayî yên Amerîka û hevpeymanên wê, li nêzîkî Sûryê bi cih bike û bi beşdariya Fransa û Brîtanya û hin welatên Erebî, êrîşeke berfireh li dijî bingehên Îranî li Sûryê pêk bîne.
Malpera (Debka File) Israîlî ya taybet bi karûbarên serbazî û hewalgirî, di raporekê de ragihandiye, ku serokê Amerîka Donald Trump dixwaze hêzên esmanî û deryayî yên Amerîka û hevpeymanên wê, li nêzîkî Sûriyê bi cih bike û bi beşdariya Fransa û Brîtanya û hin welatên Erebî, êrîşeke berfireh li dijî bingehên Îranî li Sûriyê pêk bîne.
Li gor agahiyên wê malperê daye zanîn, ku ji hin jêderên serbazî yên Amerîkî wergirtiye, êrîş wê 6 rojan berdewam bike.
Heman malperê eşkere kir, ku serokê Amerîka Donald Trump, ji serokwezîra Brîtanyayê re gotiye: "Min di pirsa jehrîkirina sîxurê Rûsî de, li dijî Rûsya pişta welatê te girt, lewra pêwîst e hûn jî di pirsa Sûriyê de, li dijî Rûsya û Îranê piştevaniya Amerîka bikin".
Herwiha malpera navhatî, diyar kir, ku îro keştiya girs ya firokehelgir ya Amerîkî (USS Harry Truman) ji Amerîka ber bi Derya Sipî ve birê ket û biryar e di nava 5 rojan de bigihêje nêzîkî peravên Sûryê, pêr jî Amerîka keştiya cengî (USS Donald Cook) ji Qubrisê ber bi Derya Sipî ve şand.
Hevdem li gel van pêşhatan, malpera Israîlî diyar kir, ku di 6ê vê mehê de, 350 firokevanên Fransî li ser keştiya girs a firokehelgir a Amerîkî (USS George H.W. Bush) dest bi rahênanên serbazî hevbeş li gel hêzên Amerîkî kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin