PeyamaKurd – Li welatê Misrê li nîvgirava Sînayê grûbekî çekdar êrîşê bir ser ciyekî kontrolê yê leşkerî û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Li gor ragihandina rûpela Facebookê ya fermî ya artêşa Misrê ku bi nivîskî ragihandiye; li bakûrê Sînayê grûba ku êrîş bir ser noqta leşkerên Misrê, 7 kes ji wan hatine kuştin.
Di nav leşkerên Misrê de yên ku hatine kuştin yek ji wan zabite. Di ragihandinê de hat gotin ku kesên êrîş kirine terorîstin û di operasyonên ji 7 gulanê heya îro yên ku Misir kiriye ser wan terorîstan, 23 çekdarên terorîst hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin