Ermenistan û DYAyê li ser "Rêya Trump" li hev kir

Dîroka Weşanê :
Ermenistan û DYAyê li ser "Rêya Trump" li hev kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan, li ser hûrgiliyên korîdora ku dê Azerbaycanê bi Nexçîvanê ve girêde, civiyan.

Ev korîdor ku wekî "Rêya Trump ya bo Aştî û Refaha Navneteweyî" tê binavkirin, dê di bin kontrola şirketeke Amerîkî de (bi %74 pişk) were avakirin.

DYA armanc dike ku bi vê projeyê bigihîje mîneralên krîtîk û kêm ên herêmê. Her çend Îran li dijî vê hebûna biyanî ya li ser sînorên xwe derkeve jî, Marco Rubio destnîşan kir ku ev proje dê bibe "modelek ji bo cîhanê".

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî diyar kir ku ewlehiya korîdorê dê di destê Ermenistanê de be.