PeyamaKurd – Bi biryara serokomariyê Sûriyê ji sedî 50 mûçeyên leşkeran zêde kir.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku ev biryar ji aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ve hatiye belavkirin.
Li gorî biryarnameyê mûçeyên bingehîn ên karmendên beşa leşkerî ya Sûriyê ji sedî 50 zêde dibe. Meaşê mehane yê leşkeran li Sûriyê di navbera 350 hezar lîreyên Sûrî (nêzîkî 21 dolar) û 1 milyon lîreyên sûrî (nêzîkî 59 dolar) diguhere.
Herwiha hate gotin ku biryar wê ji roja weşandina wê ve were cîbicîkirin û kesên ku di bin qanûna leşkerî ya mecbûrî ya Sûriyê de ne li xwe bigre.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêngav di demekê de hat avêtin ku hêzên çekdar ên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîşên xwe yên li dijî artêşa Sûriyê li parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê didomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin