PeyamaKurd – Serokomarê Sûriyeyê ku ji bo beşdarî civîna îro ya Komkara Erebî bibe ya ku li Erebistana Siûdiyê ye, bi Mihemed Bin Selman re civiya û kêfxweşiya xwe ya ji bo vegerandina li pêwendiyan a Riyad û Şamê nîşan da.
Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman li Ciddeyê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin kir.
Serokatiya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Esed pesnê hewlên Erebistana Siûdî daye ji ber dirustkirina jîngeheke siyasî ku armanc dike hevkariyê di navbera welatên ereb de bi pêş bixe.
Esed lûtkeya Komkara Erebî li Ciddeyê wek “firsendeke dîrokî” bi nav kir ji bo çareserkirina qeyranên herêmî. Komkara Erebî razî bû ku Sûriyeyê vegerîne nav hevpeymaniyê, piştî 12 salan ku qeyrana li Sûriyeyê dest pê kiribû
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê ragihand: “Ji bilî nirxandina rûdanên li welatên ereb û bi erênî nîşandana pêwendiyên di navbera van welatan de, Beşar Esed û Bin Selman tekez kir ku ev danûstandin tevgereke hevbeş ber bi nêrînên hevpar nîşan dide ku me di civîna Cîddeyê de dîtibû.”
Di hevdîtinê de serokê Sûriyeyê spasiya hewlên Hikûmeta Siûdiyê kir ji bo nêzîkkirina welatên ereb û peydakirina jîngeheke siyasî ya erênî û her wiha ji bo hevkariya di navbera welatên ereb û bicîanîna berjewendiyên welatên ereb de bikêrhatî zanî.
Her wiha aliyan kêfxweşiya xwe ya ji nû ve avakirina peywendiyên Riyad û Şamê nîşan da û gotin ku ev yek dê bibe sedema aramiya herêmê û hevkariya welatên ereb.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin