Ew welat, besdarî tetbîqatên NATOyê dibe

Ew welat, besdarî tetbîqatên NATOyê dibe

PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Koreya Başûr jî dê beşdarî tetbîqatên NATOyê bibe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Serokatiya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat ragihandin ku Yoon û Stoltenberg di Lûtkeya NATOyê ya ku li Vilniusa paytextê Lîtvanyayê hat lidarxistin de civiyan.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li hev kir ku hevkariyên nû ji bo hevkariyê di 11 waran de ava bikin ku di nav de têkoşîna li dijî terorê û parastina sîber jî heye.

Beşdarî tetbîqatên NATOyê dibe

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi berfirehkirina hevkariyê Koreya Başûr dê beşdarî tetbîqatên têkoşîna dijî terorê ya NATOyê bibe û bi NATOyê ra yekîneyeke şêwirmendiyê bê avakirin û hat destnîşankirin ku hevkariya bi Japonya, Awûstralya, Zelandaya Nû û NATOyê ra. ji her demê girîngtir e ku ewlekarî li herêma Hindo-Pasîfîkê were peyda kirin.

Hat diyarkirin ku dê di navbera NATO û Koreya Başûr de mijarên siyasî û leşkerî bên gotûbêjkirin, hevdîtinên di asta bilind de bên lidarxistin û Koreya Başûr bi awayekî aktîf beşdarî hevdîtinên NATOyê yên ji bo pêşxistina teknolojî û parastina sîber bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin